Dêrazor yek ji deverên ku torên hişbir lê tê belavkirin

Herêma Dêrazorê û Rojhilatê Firatê yek ji deverên ku torên madeyên hişbir lê tên belavkirin e.
Nexasim di 14 mehên dawî de ev herêm jî di nav de li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 3 hezar û 169 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin.
Lewma operasyona QSD’ê ku ev 4 rojin dom dike, têkbirina vê torê jî dike hedef.

Madeyên hişbir ji çekên herî xeternakin ku pergalên desthildar li dijî civakan bi kar tînin.

Bikaranîna van madeyan ku bi dehan mîlyon kes bi kar tînin her diçe zêdetir dibe.

Ev made wekî jehrê li tevahî bedena mirovan belav dibin.

Ji ser hiş dibin, digihîje asta ku bêyî li ser hemdê xwe be kiryarên dijminane bike.

Herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê yek ji deverên ku torên madeyên hişbir lê tên belavkirin e.

Hêzên Suriyeya Demokratîk-QSD’ê êvariya 27`ê Tebaxê li Dêrazorê Operasyona ” Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin.

Yek ji sedemên operasyonê hilweşandina torên madeyên hişbir e.

Di 4 rojên operasyonê de 10 bazirganên madeyên hişbir hatine girtin.

Nexasim di 14 mehên dawî de li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 3 hezar û 169 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin.

Hêzên Asayîşê ji 26`ê Hezîrana 2023`an heta 30`ê Tebaxa 2023`an de 53 bazirganên madeyên hişbir girtin.

Ji derveyî bîlançoyên hatine eşkerekirin, li gorî raporên Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir :

Herêma Dêrazorê yek ji navendên derbaskirina madeyên hişbir ji bo Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ye.

Ev herêm li sînorê Iraq û Hikûmeta Suriyeyê ye.

Li vê herêmê gelek komên çete yên girêdayî hêzên derve jî hene.

Madeyên ku ji cihên wekî Afganîstan û Îranê tînin, di ser Dêrazorê re derbasî devrên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dikin.

Back to top button