Li Rimêlan projeyên aboriya civakî

Li herêmê teşwîqkirina hilberîna xwecihî û piştgiriya ji bo bazara xwecihî tê kirin .
Mînaka vê jî projeya malên plastîk ya zebzeyan li Rimêlan e.
Ev proje gihaştiyê 36 donimî.
Berhemê vê pirojê ji bajarên weke Girkê Legê, Dêrik, û Rimêlanê, Qamişlo, Hesekê û Dêrazorê, tê şandin.

Li herêmê di çarçoveya aboriya civakî de gavên girîng tê avîtin.

Yek ji wan projeyan ya malên plastîk yê sebzeyan ê Rimêlan e ku li ser 36 donimê hatiye pêşxistin.

Derbarê mijarê de Endezyarê Zîreetê Mihemed Heysem El Metir axivî.

Mihemed Heysem El Metir dazanîn ku modela aboriyê ya xwe dispêre civakê derfetê dide bikaranîna çavkaniyên civakê, tevlîbûn û xwedîderketina gelê xwecihî teşwîq dike û piştevaniya civakî xurt dike û wiha got:

“Proje bi zêdekirina aramiya aborî ya gelê xwecihî re bandoreke erênî li pêşketina herêmê dike.

Di heman demê de tevkariyê li xwarineke teze û bi tenduristî ya gelê herêmê dike.

Kompleksa Sera piştgiriyê dide berhemên bi kalîte û teze yên li bazarên xwecihî û aboriya xwecihî xurt dike.

“Proje her sal pêşket ji 9 doniman gihît 36 donimî”

Endezyarê Zîreetê Mihemed Heysem El Metir çar sal in li sera zebzeyan a li Rimêlanê dixebite.

Mihemed anî ziman ku sala 2015’an li ser zeviyên ji 9 donimî bingeha sera hate danîn û got:

“Proje her sal berfireh bû, bi pêş ket. Sera zebzeyan a li ser 9 donim zevî destpê kir, niha gihîştiye 36 donimî.

Em firingî, xisar, bacanê reş, îsot û fasûlye diçînin.”

“Di vê koperatîfê de 6 malbat cih digrin”

Mihemed ragihand ku ew berhemên xwe dişînin bazara li Dêrik, Girkê Legê û Rimêlanê û got, di kooperatîfa serakariyê de 6 malbat hene.

Mihemed destnîşan kir ku malbatên di nava kooperatîfê de ne, pêwîstiyên serayê bi cih tînin, ji çandina tovan heta bi şînbûna berheman bi serayê re eleqedar dibin.

Malbatên dixwazin dikarin tevlî kooperatîfê bibin, bi temambûna demsalê re dikarin ji kooperatîfê derkevin.

Niha bi pêşvebirina serakariyê hewl tê dayin ku bersiv ji pêwîstiya herêmê re bê dayin.

Back to top button