Amerîka astengiyan ji medyaya Çînê re çêdike

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê astengiyê li pêşiya medyaya dewletê ya Çînê derdixîne.

Rayedarên Amerîkî, karên medya dewletê ya Çînê weke karên propagandayê yên Pekînê bi nav kir.

Pênc saziyên medyayê ku Ajansa Nûçeyan a Çînê ya Nû û televîzyona cemaweriyê jî di nav de ne, eger bixwazin li DYA’yê weşanê bikin, divê beriya her tiştî destûrê ji Wezareta Karên Derve ya DYA bigirin.

Back to top button