Şêniyên wargeha Mexmûrê êrişên li ser Rojava şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezarkirin û gotin:
“Ev êrîş û komkujî li dijî zagonan e û sûcekî şere, em li gel xelkên rojavane, rojava ne bitenê ye.”

Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna xebatkar û xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê Endama Kordînasyona Meclisa Îştar Sûltan Yildiztan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em wek xelkê Mexmûrê êrişên dewleta Tirk ên li ser xelkê me yên Rojava bi tûndî şermezar dikin.

Dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe, binesazî û gelên herêmê dike hedef.

Ev rêrîş û komkujî li dijî zagonan e û sûcekî şere.”

Di daxuyaniyê de hêzên koalîsyonê ku li hember van êrişan bêdengin, hatin şermezar kirin û wiha hat gotin:

” Ev bêdengiya wan hevkariya wan nîşan dide.

Em bang li gelê kurd dikin ku berxwedaniya xwe xurt bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.

Li Danîmarka û Almanya êrişên li dijî Rojava hate şermezarkirin

Back to top button