Li Efrîna dagirkirî, roj bi roj sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê zêde dibin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê rapora meha Çile ya kiryar û hovîtiya li Efrînê eşker kir.
Hat gotin di meha Çile de dagirkeran 10 kes kuştin û 74 kes jî revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe sûcên dermirovî li dijî Efrîniyan pêk tînin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di bîlançoya sûc û hovîtiya ku dagirkeran li Efrînê di meha Çile de pêkanîne eşkere kir.
Di raporê de hat eşkere kirin ku dagirker sûcên hovane li dijî sivîl û dîroka Efrînê didomînin.
Li gorî rêxistinê, bîlancoya meha Çile ya 2021’an weha ye,
Di nav de 6 zarok 10 sivîl hatin kuştin.
Di nav de 10 zarok û 10 jin 74 sivîl hatin revandin.
Piştî standina pereyan 21 sivîl hatin berdan
Zêdeyî 2 hezar dar hatin birîn.
Zêdeyî 11 hezar darên zeytûnê li gundê Meydankê yê Şera hatin desteser kirin.
Rêxistinê da zanîn ku ji bo dizîna şûnwaran û qirkirna dîroka Efrînê gelek deverên dîrokî hatine wêran kirin.
Hin ji wan deverên ku hatine wêran kirin wiha ne:
Girê Qewaqê
Girê Hisê
Girê Qeretepe
Girê Elemdara
Girê Hilobiyê
Girê Cûqê
Devara Nebî Horî
Rêxistinê diyar kir ku di vê mehê de jî çete ferzkirina bac li şêniyan didomînin û gelek malên Efrîniyan destekirin û firotin.
Rêxistinê destnîşan kir, tevî ku di gelek raporên rêxistinên Mirovî de, dewleteaTirk û çetyên wê bi van sûcan tewanbar kirine lê civaka navnetewî li hember van sûcan bê denge.