Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a Lîbya wê li Sirtê bicive

Li bajarê Sirte yê Lîbyayê bi armanca nîqaşkirina mekanîzmayên pêkanîna encamên civîna Cinêvê û derketina çeteyan û hêzên biyanî ji Lîbyayê, civîna duyemîn a Komîteya Leşkerî ya Hevbeş li dar dikeve.

Hemwextî lidarxistina civînên têkildarî hilbijartinên Lîbyayê li Cinevê, îro Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a 5+5 civîna xwe duyemîn bi armanc nîqaşkirina mekanîzmayên pêkanîna encamên civîna Cinêvê û dosyaya derxistina çeteyan û hêzên biyanî ji welêt, li dar dixe.

Di 3 rojên bê de dê odeya ewlekariyê ya hevbeş di nava serferberiyê de be, da ku civîna ku li wir li dar dikeve, biparêze.

Lihevkirina ku 23 Cotmeha 2020’an di navbera aliyên Lîbyayê de hatibû îmzekirin, li ser erdê pêk nehat, ji ber wê artêşa Lîbyayê dewleta Tirk tawanbar kir ku ew pêkanîna lihevkirinê asteng dike.

Back to top button