Li Myanmar..gel li dijî darbeyê çalakiyan pêk tînin

Ev 4 rojin li Myanmarê artêşa darbekar welat birêve dibe.

Welatiyên Myanmarî yên ji vê yekê bihêrsin di her fersendekê de çalakiyên cur be cur lidar dixin.

Şevê din careke din bi derxistina deng darbe şermezar kirin.

Artêşa darbekar ji bo rê li xwepêşandan û helwestên civakê bigre malperên civakî qedexe dike.

NY ragihand ku wê ji bo binkeftina darbeyê di qada navnetewî de wê hemû derfetên xwe bikar bînin.

DYA jî dibêje egeriya cezakirina artêşa Myanmarê li ser mêzeya wane.

 

Di 1’ê Sibatê de artêşa Myanmarê li dijî deshilata welat darbeya leşkerî pêk anîbû.

Ev yek jî bi hinceta ku di hilbijartina 8’ê Mijdara 2020’an de ne-lirêtî pêk hatiye pêk anîbûn.

Bi vê yekê sedan siyasetmedar û wezîr li welat hatin binçavkirin.

Artêş ji bo rê li pêşiya bertekên civakê bigre heta demekê xetên înternet û telefonê qut kir.

Lê Myanmarî li dijî darbeyê bê helwest neman û di her fersendê de darbekar şermezar kirin.

Şevê din careke din bi çalakiyên sivîl li dijî darbeyê çalakî pêk hatin.

Li bajarê Yangon gel bi derxistina deng, girtin û pêxistina ronahiyan helwesta xwe nîşan dan.

Artêşa darbekar ya ku ji vê yekê bihêrs bûye, di saetên sibehê de malpera civakî Facebook jî girt.

Li aliyekî din, bizîşên li nexweşanyên cuda yên welat jî bi çalakiyekê pêkanîna darbeyê şermezar kirin û ketin grevê.

Darbeyê di qada navnetewî de aciziyek zêde daye avakirin.

NY: Ji bo binkeftina darbeya leşkerî tişta pêwist wê bikin

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres diyar kir ku ji bo jinav birina darbeyê di qada navnetewî de tişta ku ji destê wan were wê bikin.

DYA li dijî artêşa Myanmarê pêkanîna cezayan nîqaş dike

Berdevka Koşka Spî Jan Psaki di daxuyaniya rojane ya ji bo çapemeniyê de li ser mijarê axivî.

Psaki diyar kir ku rêveberiya Amerîka di vî warî de wê gavan bi avêje û wiha got:

Ez niha nikarim dîrokekê diyar bikim.

Lê ev mijar yek ji xalên me yên despêkê ye.

Ji bo cezayên gengaz û avêtina gavan bi awayekî lez xebat têne meşandin.

Back to top button