Pêşmergeyên Derîn: Divê hemû Kurd li dijî tecrîdê rabin

Pêşmergeyên Dêrîn ên bajarokê Ranya derbarê tecrîda girankirî û gefên li dijî Rêber Apo ragihandin ku berxwedan û têkoşîn tenê bi gotinan nabe.
Taybet ji bo Rêber Apo û wiha gotin: “Nabe ku li mala xwe de rûnin û li benda rehma dijminên Kurdan bimînin.”

Pêşmergeyê Dêrîn Mam Şivan di derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo axivî û wiha got:

“Her mirovhez û Kurdek, divê hewla şkandina tecrîdê bide û helwestek cidî raber bike.

Berxwedan û têkoşîn tenê bi gotinan nabe, bi taybet ji bo Rêber Apo.

Pêwîste ji bo şkandina tecrîda li dijî Rêber Apo, dakevin qadan û bi pratîkî nerazîbûn nîşan bidin.”

“Berxwedan û tekoşîn tenê bi gotinan nabe”

Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Kutik jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû:

“Tecrîda li dijî Rêbertî, tecrîda li dijî hemû gelê Kurd û mirovahiyê ye.

Divê şev û roj gel li ser lingan bin û xwedî li nirxên xwe derbikevin û dî bêdeng nemînin.

Nameyên gefxwarinê yên ji bo Rêber Apo tên şandin, li dijî gelê Kurd şerekî derûnî ye.”

Hazim Kutik di dawi de destnîşan kir ku divê gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê xwedî helwest be.”

Back to top button