Li Danîmarkayê li dijî tecrîdê stand hat danîn

Endamên Platforma Piştevaniyê ya Kurdistanê li qada Nytorv a Danîmarkayê stand danîn, bang li Kurd û dostên wan hat kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo bi ruhê yekîtiyê dengê xwe bigihînin cîhanê.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê, bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO û azadiya wî ya fîzîkî konê agahdarkirinê hat danîn.

Endamên Platforma Piştevaniyê ya Kurdistanê li qada Nytorv stand danîn û wiha gotin:

“Rêber Abdullah Ocalan rêberê me ye jî.

Di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de Kurd û dostên wan divê ji bo azadiya rêberê xwe û hemû girtiyên siyasî û azadiya Kurdistanê bi ruhê yekîtiyê dengê xwe bigihînin cîhanê.”

Endamên platformê li standê pirtûkên Rêber Apo belav kirin û bi kesên eleqeder re nîqaşan kirin.

“Li ser rewşa tenduristiya birêz Abdullah Ocalan metirsî heye”

Back to top button