Siyasetmedarên Minbicê: Ji fikrê Rêber Apo ditirsin

Siyasetmedar û rewşenbîrên Minbicê tecrîd û gefên li dijî Rêber APO şermezar kirin û diyar kirin ku berxwedana wî, bingeha berxwedana gelên azad e.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê Rîm Derwîş destnîşan kir ku nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk dane Rêber Apo li ser jiyana wî, gefeke rasterast e

Rîm got : “Dewleta Tirk hewl dide aştiyê li seranserî cîhanê di şexsê Rêber APO de bikuje. Ji ber ku ew sembol û jêdera aştiya cîhanê ye .

Ji bo ku ev fikr bigihêje cîhanê û azadiya fîzîkî ya rêberê xwe pêk bînin dê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Serokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El Yusif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku projeya Rêber APO li pêşiya timayên vejandina osmaniya kelem e.

Ji ber wê tecrîdê girantir dike .

Seroka Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El Ebûd jî got:

“Projeya Rêveberiya Xweser ji bo dozên gelan çareserî ye, armanca girankirina tecrîdê jî tirsa ji vê projê ye .

Bi felsefeya Rêbertî, emê dagirkeriyê tune bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”

Pêkhateyên Qamişlo: Li hember siyasetên qirêj emê têkoşînê mezin bikin

Back to top button