Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê salvegera 45’an ya damezrandina PKK’ê li Gelên Kurdistanê, Rêber Apo, şehîdan û gerîlayan pîroz kir.
Hevserokatiyê got, “PKK’ê gelê Kurd yê li ber tunebûnê ji nûve rakir ser piyan.
Di sala 46’an de jî PKK weke hêzeke civakî wê têkoşînê mezin bike û pêşketinên nû biafirîne.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 45. salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand.
KCK’ê salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, gelêm Kurdistanê, şehîdan û hemê gerîlayên azadiyê pîroz kir.
KCK’ê di destpêka daxuyaniyê de bal kişande li ser girîngiya avabûna PKK’ê ya ji bo gelê Kurd, bindest û wiha got,
KCK: PKK’ê gelê Kurd yê li ber mirinê rakir ser piyan
“PKK’ê gelê Kurd ê li ber tunebûnê, ji nûve rakir ser piyan û ruh dayê. Di nava 45 salan de, pêşketinên ku PKK’ê derxist holê bi têkoşîn û berdêlên mezin hatine bidestxistin. PKK partiyeke têkoşînê û şehîdan e. Hemû pêşketinênn ku afirandî bi dilsoziya bi bîranîna şehîdan re pêk hatiye.”
KCK: Bi derketina PKK’ê li Kurdistanê pêvajoyeke nû destpê kir
KCK’ê bibîrxist ku bi derketina PKK’ê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû hate destpêkirin û wiha dewam kir;
“Di destpêka sedsala 20’an de gelê Kurd rû bi rûyê qirkirinê hate hiştin û hebûna wê tune hate hesibandin. PKK li dijî vê neheqî û zilmê weke serhildanekê derkete holê. Gelê Kurd bi PKK’ê re rastiya xwe nas kir û zanebûna azadiyê bi dest xist.”
KCK: Rêber Apo PKK weke tevgereke azadiya jinan ava kir
KCK’ê bal kişande li ser girîngiya têkoşîna PKK’ê ya ji bo azadiya jinan û diyar kir Rêber Apo PKK weke tevgereke azadiya jinan ava kir û got,
“Avakirina PKK’ê li hemberî her cure tundî û komkujiyên li dijî jinan bûye yek ji helwestên herî watedar ên dîrokê.”
KCK: PKK tune nabe û her roj pêşketinên nû diafirîne
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku PKK’ê bi bandora xwe ya li ser gelan û hêza xwe ya mezin a civakî di dilê mirovahiyê de cihekî mezin girtiye û got,
“PKK bi êrişan tune û lewaz nabe. Berevajî her roj têkoşîna xwe mezin dike û pêşketinên nû diafirîne. “