Spanya: Eger YE dewleta Filistînê nas neke em ê biryara xwe bidin

“Eger Yekîtiya Ewropa dewleta Filistînê nas neke, Spanya wê bi xwe biryara xwe bide.”
Serokwezîrê Spanya Sanchez bi van gotinan helwesta welatê xwe ya ji bo dewleta Filistînî nîşan da.
Sanchez got: Madrîd di demeke kin de wê dewleta Filistînî nas bike.

Dewletek Filistînî êdî li ser zimanê welatên Rojavayî yan e.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li ber dergehê Refah yê navbera Xeza û Misrê de, axivî û got:

“Êdî dem hatiye ku civaka navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê YE dewleta Filistînê nas bikin.

Lê belê eger YE dewleta Filistînê nas neke, Spanya wê biryara xwe bide.”

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo û Serokwezîrê Spanyayê Sanchez piştî hevdîtinên xwe yên li Îsraîl û Filistînê di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de çûn Misirê.

Lîderên Ewropî li Qahîreyê bi Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî re hevdîtin kirin.

Her du serokwezîr piştre çûn serdana sînorê Refahê ya di navbera Misir û Xezayê de.

Serokwezîrê Spanya Sanchez di daxuyaniya xwe ya li Refahê de got:

Madrîd wê di zûtirîn demê de dewleta Filistînê nas bike.

Serokwezîrê Belçîkayê De Croo jî banga agirbesteke mirovî ya daîmî kir da ku rewşa xirab a xelkê li Şerîda Xezayê baş bibe.

Îsraîl: Serokwezîrên Belçîka û Spanya piştgirîya terorê dikin

Piştî van daxuyaniyan Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Elî Cohen daxuyanî da û Sanchez û De Croo bi “îdiayên derew” ên “piştgiriya terorê” sûcdar kir.

Cohen da zanîn ku ji ber van îfadeyan wî gazî balyozên herdu welatan kiriye.

Netanyahu: Em daxuyaniyên serokwezîrên Ewropayê şermezar dikin

Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu jî got; Her du rêberên Ewropî “nekarîn balê bikşînin ser sûcên li dijî mirovahiyê yên Hemasê.”

Sanchez di axaftina xwe ya li rûniştina pêbaweriyê ya hukûmeta wî ya heftiya borî li Parlemana Spanyayê de got;

Yek ji gavên pêşîn yên hikumeta nû hatiye damezrandin, wê naskirina dewleta Filistînê be.

Sîsî: Dewleta Filistînê ya were avakirin dikare were bêçekkirin

Serokomarê Misirê Sîsî piştî hevdîtina xwe ya bi lîderên Spanya û Belçîkayê ku hewl didin ji bo konferansa aştiyê ya navneteweyî destekê bi dest bixin, daxuyanî da.

Sîsî got; Dewleta paşerojê ya Filistînê dikare bêçek bibe û hebûna ewlekariya navneteweyî ya demkî hebe.

Back to top button