Di Dîroka têkoşîna xwe de jinê gelek komele, tevger û saziyên jinan avakirin

Di encama têkoşîna jinên kurd de gelek komeleyên jinê hatin avakirin û di bin banê van komeleyan de li dijî tundî, destdirêjî, neheqî, êrîş û zayend-perestiyê çalakî û xebatên curbecur hatin kirin. Lê ev hemû bûn armancên dewleta Tirk ku dest bi êrîşan bike, lewra li dijî vê jin bi-domdarî li ber xwe didin.

Ev 97 sal in kevneşopiya têkoşîna sazîbûnê ya jinên kurd ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê didome.

Weke yekemîn rêxistina jinên kurd di dîrokê de, Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd ku 21’ê Hezîrana 1919’an de li Stenbolê vekirin.

Cemiyet bi armanca pergala civakî, sazîbûnê û piştevaniya jinê hat damezrandin.

1929’an jî ji ber zextan Cemiyet hat girtin.

1977’an li Amedê Komeleya Jinên Demokrat û Şoreşger hat avakirin.

Lewra 8’ê Adarê, cara yekem li Kurdistanê ji aliyê Komeleyê ve hat pîrozkirin.

Komeleyê piştî 2 salan 1980’an hat girtin.

Tevgera Jinên Azad a Demokratîk, 2005’an de hat avakirin.

1’ê Sibata 2015’an, di 1’emîn kongreya jinê ya li Amedê Tevgera Jinên Azad a Demokratîk hat bidawîkirin.

Li şûna wê jî Kongreya Jinên Azad KJA’yê dewam kir.

Bi biryara Wezareta Karê Hundur 370 komele bi KHK’ê hatin girtin.

12’ê Mijdara 2015’an jî deriyê KJA’ yê hat muhurkirin.

Bi girtina KJA’yê jinên kurd di bin banê Tevgera Jinên Azad (TJA) de têkoşîna xwe dewam kirin.

TJA 20’ê Mijdara 2016’an di nava pêvajoya OHAL’ê de hat avakirin.

Li dijî van komele, sazî û tevgerên jinan, êrîşên qirkirinê didomin.

Bi her awayî dixwazin hebûna jinê tune bikin, lewra dewleta kujer û êrîşkarên jinan efû dike, vê dawiyê jî hewl didin peymana Stenbolê ya ku mafê jinan diparêze ji holê rakin..

Herwiha bi buhaneya belavbûna vîrûsa Coronayê û tayînkirina qeyûman jî saziyên jinan digirin.

Herî dawî jî AKPê operasyonên li dijî vîna jinên li Komeleya Rosa, TJA û gelek navendên jinan dest pê kiriye.

Dewleta Tirk bi vê sînordar nema..

Aktivîst, Endamên TJA û Rojnemegeriyan jî di nav de binçavkirin.

Ev tev jî tirsa dewleta Tirk a faşîs ji hêz û rêxistinbûna jinan eşkere dike..

Lewra li dijî vê têkoşîn û berxwedana jinan didome..

Back to top button