Operasyonên qirkirina siyasî Şaredariya Cizîrê jî hat dagirkirin

Hikumeta faşîst a AKP’ê ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, li Bakurê Kurdistanê jî dagirkeriya xwe dimeşîne.
Piştî ku 10 şaredariyên HDP’ê dagir kirin, dixwaze şaredariyên mayî jî yek bi yek dagir dike.
Herî dawî Şaredariya Cizîrê ya HDP’yî jî hate dagirkirin û qeyyûmê xwe danên ser şarêdariyê.

Hikûmeta faşîst a AKP’ê Şarêdariya Cizîrê ya Şirnexê jî dagir kir û qeyyumê xwe şand.

Vê sibehê polîs ji bo ku peywirdarkirina qeyyûm ji Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig re ragihînin çûn mala wî.

Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ji ber ku ne li malê bûye, agahî dane muxtar.

Polîsan hemû rêyên li ber avahiya şaredariyê jî girtin.

Tevî şaredariya Cizîrê, ev şaredariya 11’an e ku hikumeta AKP’ê dagir dike û qeyûmê xwe li şûnê bi cih dike.

Şarêdariyên hatine dagirkirin bi giştî yên ku bi rêjeyekê ji sedî 60 û 70 zêdetir HDP di hilbijartinan de deng wergirtiye û bi vê dagirkirinê vîna gel tune tê hesibandin.

Leave a Reply

Back to top button