xelkê helepçe bi karwanekê ji rojava re alîkarî şand

Xelkê Başûrê Kurdistanê karwanê seyemîn ya alîkariyê ji Rojava re dişîne.
Alîkariya ku di encama kampanya li bajarê Helebçeyê de hatibû komkirin, ji Rojavayê Kurdistanê re hate şandin.

Kampanyaya alîkariyê ya li bajarê Helebçe nêzî hefteyeke dewam dikir îro bi dawî bû.

Endamê kampanyaya alîkariyê Soran Hesen diyar kir ku alîkariya ku hatiye komkirin wê bi karwanekê derbasî Silêmanî bikin û dû re jî bişînin Rojava.

Soran Hesen diyarkir ku weke xelkê Helepçe vê kampanyayê weke erkekî netewî dibînin.

Ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê û bajarê Helepçe berî niha jî 3 caran alîkarî hatibû şandin.

Leave a Reply

Back to top button