Îsraîl-Hemas: Koma 2.a girtiyan jî serbest tê berdan

Agirbesta 4 rojî ya navbera Îsraîl û Hemasê di roja 2. de ye.
Di çarçoveya agirbestê de, koma yekem a girtiyan hat guhertin.
Niha jî koma duyemîn li ber berdanê ye.
Berdana girtiyan li nava herdu aliyan bû cihê keyfxweşiyê.

Di çarçoveya peymana di navbera Îsraîl û Hamasê de hat kirin de, li Xezayê 13 jê Îsraîlî, 10 Taylandî û yek jî Fîlîpînî bi giştî 24 dîl hatin berdan.

Karbidestên Îsraîlî ragihandin ku her 24 dîl gihiştine wî welatî.

39 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de girtî jî li Şerîeya Rojava hatin berdan.

Di çarçoveya peymanê de, wê îro koma duyemîn ya girtiyan jî serbest were berdan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku navên dîlên wê bên berdan hatine bidestxistin.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê de hatin belavkirin, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu diyar kir ku derbarê mijarê de malbatên 13 kesên girtî hatine agahdarkirin.

Rayedarên Îsraîlî ragihandin ku ji 13 girtiyan 8 jê zarok in.

Îsraîl berdêla berdana rehîneyan wê komek Filistîniyên ku di girtîgehê de girtiye, wê mîna doh azad bibin.

Li Xezayê 151 dîl hene

Berdevkê artêşa Îsraîlê Doron Spîelman got;

Li Xezayê hê jî nêzî 215 dîl hene.

Em nizanin gelek ji wan mirî ne yan sax in.

Em hewl didin îstîxbaratê berhev bikin.”

Di êrîşa 7’ê Cotmehê ya li ser Îsraîlê de, Hamasê nêzîkî 1200 Îsraîlî kuştin û nêzîkî 240 kes jî dîl girtin.

Li gorî peymanê tê payîn ku Hamas di berdêla 150 girtiyên Filistînî de 50 dîlên destê xwe de berde.

Di pêvajoya lihevkirinê de ji bilî Îsraîl û komên Filistînî, Qeter, Misir û Amerîka jî rol lîstin.

Back to top button