Çalakiyên 25’ê Mijdarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirin

Çalakiyên ku bi boneya 25’ê Mijdarê li herêmê destpêkirine dewam dikin. Li Kobanê, Hesekê, Heleb û Tebqayê çalakî hatin lidarxistin û tundiya li dijî jinan hate şermezarkirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê destpê kirin.

Bi pêşengiya Kongra Star, Mêran li Kobanê ji bo 25’ê Mijdarê meşke li dar xistin.

Meş bi dirûşma “Li dijî her cûreyên tundîtiya dewlet û hişmendiya zilam; jin jiyan azadî” pêk hat.

Kesên ku tevlî meşê bûn dan zanîn ku heta jin azad nebe civak azad nabe.

Di dawiya meşê de Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şehîn axivî û got:

Ji bo civak azad be, pewîste hemû zayendên civakê azad bin.

Li Hesekê jî bi dehan endamên rêxistinên jinan li hola PYD’ê ya li taxa Saliyê kombûn û semînerek hate dayîn.

Semîner derbarê zihnîyeta baviksalar û tundiya li ser jinê bû.

Di bin dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li Helebê jî çalakiyek pirotestoyî ji aliyê Meclisa Jin a Sûriya Pêşerojê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ev yek hate gotin: “Li ber çavên Cîhanê tevî jin rastî hemû cureyên tundiyê tê, lê belê kes deng ji xwe nayne.”

Ofîsa Kombûna Jinên Zenûbiya li Tebqayê jî bi heman armancê çalakiyek lidar xit.

Her wiha li Qamişlo jî bi heman armancê pêşengeheke wêneyan hate vekirin.

Welîda Hesen berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê derbarê mijarê de aixvî.

Meclisa Jinan a Kantona Efrînê jî meşek li dar xist.

Bi sedan welatî beşdarî meşê bûn û tundiya li ser jinan şermezar kirin.

Back to top button