Rêveberiya Xweser: Teqîna Stenbolê senaryoyên dewleta Tirk in

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser derbarê teqîna duh li Stenbolê ku dewleta Tirk hêzên kurdistanî tewan barkirin de daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser got: Idîyayên dewleta Tirk derewin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk û îstxbarata xwe ji xabandina raya giştî ya Tirkiyê û navnetewî senaryoyên ku ti têkiliya bi rastiyê re nîne didomîne.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser got:

“Kiryara terorî ku li Stenbolê pêk hat ji aliyê me ve jî hate şermezarkirin.

Dewleta Tirk bi idîayên ku navendeke leşkerî li herêmên Rêveberiya Xweser teqîn pêk aniye dixwaze bike hinceteke êrişê ya li dijî herêmê.

Tu girêdana navendên me bi vê teqînê re tune û em piştrast dikin ku jina bi navê Ehlam Elbeşîr tu girêdana wê bi herêmên me ve nîne.

Divê Tirkiye siyaseta xwe ji nû ve li ber çavan re derbas bike, ji ber ku ew bi xwe destekê dide terorê û rê ji wan re vedike.”

Back to top button