Serlêdana parêzerên Rêber Apo a hevdîtinê careke din bê bersiv hat hiştin

Saleke ti agahîyek ji rêber Apo nayê girtin. Parêzer ji bo ku biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin lê weke her carê bê bersiv hat hiştin. Her wiha doza parêzerên Rêber Apo jî ku ji endamtiya rêxistinê tên darizandin, hat taloqkirin.

Tecrîda li Îmraliyê her diçe girantir dibe û destûr nayê dayîn ku bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin.

Parêzerên Rêber Ocalan Raziye Ozturk, Îbrahîm Bilmez, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya bajarê Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê di nava hefteyê de du caran serlêdanê dikin lê destûra bersiva wan nayê dayîn.

Herî dawî Rêber Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû û ev hevdîtin jî di nivî de hatibû qutkirin.

Şahid: Îfadeyên li dijî parêzeran ne yên me ne

Li aliyê din ji parêzerên Rêber Ocalan, Rêzan Sarica, Elî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mehmûd Taşçi û Mehmet Selîm Okçûoglû bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin.

Rûniştina 3. a doza parêzeran li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin.

Rêzan Sarica, Înan Akmeşe û Mahmût Taşçi û parêzerên xwe Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Onur Ardik û Metîn Îrîz di rûniştinê de amade bûn.

Tê îdiakirin ku Erol Tiryakî yê derbarê parêzeran de îfade daye ji Girtîgeha bajarê Îzmîrê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû.

Dadger sedema “sûcê” ku Tiryakî jê girtî ye jê pirs kir. Dadger îfadeyên ku tê gotin Tiryakî li ser parêzeran daye jê pirsî.

Tiryakî diyar kir ku îfadeyên hatine dayîn ne yê wî ne û got: “Ev komploya emniyetê ye. Min îfadeyek wiha nedaye. Her wiha ez teslîm jî nebûme.”

Pişt re jî “şahid” Recep Sade jî bi rêya SEGBÎS’ê tevli rûniştinê bû û destnîşan kir ku îfadeyên li dijî parêzeran hatiye dayîn ne yên wî ne û ew parêzeran nas nake.

Parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica, Înan Akmeşe û Mehmûd Taşçi yên negirtî tên darizandin jî diyar kirin ku tiştek ew ê bêjin tune ye.

Dadgehê ji bo ku şahidê nepen ê li ser Baran Dogan, Sûat Eren û Înan Akmeşe îfade daye were guhdarîkirin, rûniştin taloqî 8’ê Hezîranê kir.

Back to top button