Ciwanên Şoreşger ê Ewropayê li dijî tecrîdê li Parîsê meşek pêk anîn

Tevgera Ciwanên Şoreşer ê Ewropayê li banliyoya Drancyê ya Parîsê li hev civiyan û li dijî pergala êşkenceya Îmraliyê ya li ser Rêber Apo tê meşandin, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî ya sîyasî” de çalakiyek li dar xistin.

Ciwanên Kurd ku li Drancyê daketin qadan, faşîzma AKP-MHP’ê şermezar kirin û azadiya Rêber Apo xwestin.

Ciwanên Şoreşger ji Navenda Civaka Kurd heta şaredariya Drancyê meşiyan û li vir daxuyanî dan.

Çalakgeran diyar kirin ku ew tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo tê meşandin qebûl nakin û wê bi tu awayî qebûl nekin.

Ciwanan daxuyandin ku wê her tim li kolanan bin û vê yekê wê bînin ziman.

Ciwanan bi dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” dawî li çalakiya xwe anîn.

Back to top button