Hêzên Sûriya Demokratîk da ku dawî li terora DAIŞ’ê bînin, her tim li ser pêyan in û herî dawî DAIŞ’iyek din ket destê wan.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Şemiyê ragihand ku di çarçoveya têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê de, çeteyekî ku kuştinên plankirî dikir, hat girtin.
QSD’ê diyar kir ku ev operasyon li başûrê bajarokê Mergeda yê Hesekê û bi piştevaniya asîmanî ya Koalîsyona Navdewletî çû serî.
Jixwe, beriya demekê, şervanên QSD’ê, DAIŞ’iyek li Şihêla Dêra Zorê girtibû.