Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Hesekê bi navnîşan “Bi rêbazên sosyolojiya azadiyê em ê pirsgirêkên ciwana çareser bikin” komxebatek li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo tevger û rêxistinên ciwanan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komxebatek li dar xist.
Piştî xwendin pirtûka sosyolojiya azadiyê ya Rêber Apo komxebat dest pê kir.
Di komxebatê de, berdevkê Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur axivî û lidarxistina komxebatê û xwendina pirtûka Rêber Apo li ciwanan pîroz kir.
Munuzr balkişand ser girîngiya fikr û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û got:
“Ew baweriyê dide ciwanan. Ji bo wan jî, xala destpêkê ya meşandina kar û xebatan e.”
Bi navê Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Apo Cûd Şahîn axivî û got:
“Rêbertî minbera derketina ji zulmê ber bi ronahiyê ve ye.
Dûre ciwanan 3 mijarên sereke; zewaca biçûkan, koçber û narkotîkê gotubêj kirin.