Xelkên bajarê Minbicê û koçberên ji herêmên dagirkirî hatine, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesaziyê dike armanc da ku koçberî yê zêde bike lê xelkê herême gotin: berxwedan ji bo me esase.
Welatiyê bi navê Ebdulhenan Hisên ê ji pêkhateyê Kurd e û ji kantona Şehbayê koçberî Minbicê bûye got;
“Dewleta Tirk demografiyaya herêmê, nîşane û sembolên şûnwarî yên li bajarê Efrînê guhertin.
Erdogan qala dorpêç û êrişên li ser Xezayê dike, lê ew her tişt, heta bi avê li ser me qut kiriye.
Em jê wan re dibêjin, em dev ji erdê xwe û welatê xwe bernadin.”
Mihemed Şêxo yê ji Minbicê dijî ev tişt anî ziman:
“Xaka me rûmeta me ye. Em dev ji xaka xwe bernadin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê xaka xwe biparêzin.”
Îbrahîm El Îsa yê ji Minbicê jî wiha got:
“Em dev ji xaka xwe bernadin, em ê li ber xwe bidin.
Her çiqasî sûcên xwe zêde bikin jî, xwediyê vê xakê em in.”