Di merasîmê 40 rojiya Denîz Bulbun de banga eşkerekirina kujeran hate kirin

Doh Merasîma 40 rojiya şehadeta Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun li bajarê Hewlêrê hate lidarxistin.
Di merasîmê de banga eşkerekirina kujeran û cezakirina wan hate kirin.

Di merasîma 40 rojiya şehadeta Denîz de endamên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), hejmareke nivîskar, rewşenbîr û çalakvanên ji alî û çînên cuda amade bûn .

Di merasîmê de hate gotin ku şehîd Denîz Cevdet birçiyê azadiyê û yekîtiya netewî ya gelê Kurd bû, di vê oxirê de li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi salan xebatên netewî kir.

Di dawiya merasîmê de KNK’ê bibîr xist ku hikûmet û saziyên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê ji jiyan û parastina endamên wê berpirsyare û wiha hate gotin;

” Em doza şehîdkirina endamê xwe ji nêz ve dişopînin.

Divê saziyên ewlekariyê demildest kujer û hêzên destê wan di êrişê de hene û pişgiriya kujer kirin ji raya giştî re eşkere bikin. ”

Xizmên nûnerê KNK’ê Ş. Denîz Bulbun li dijî bêdengiya PDK’ê bi bertek in

Back to top button