Mela Îsmaîl: Dewleta Tirk li dijî ola Îslamê tevdigere

Bertekên xelkên başûr û derveyî welat li dijî dagirkeriya dewleta tirk her diçe zêde dibin.
Mela Îsmaîl derbarê dagirkeriya dewleta Tirk got, tişta ku dewleta Tirk bi navê Îslamê li dijî Kurdan dike, dûre ji ola Îslamê.
Li navçeya Çemçemal jî derbarê binpêkirinên Tirkiyê û bêdengiya medyaya başûr ya li beramberî van binpêkirinan, semînerek hat dayîn.

Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Derbarê êrişên êrişên dewleta Tirk de Melayê mizgefta gundê Tiwesuranî herêma Raperînê Mela Îsmaîl ji Rojnews’ê re axivî.

Mele Îsmaîl got,

“Ger em li peyamên Qurana pîroz temaşe bikin, wê were dîtin ku dewleta Tirk berovajiyê ayetên Quranê tevdigere.

Niha Tirkiye di bin navê Musulmaniyê de êrişî Kurdistanê dike û bombebaran dike.

Xwedayê mezin gelê Kurd xuluqandiye ku wek hemû gelên din ên cihanê mafê wane hebe û bi zimanê xwe baxivin.

Tişta ku niha dewleta Tirk dike, du rûtiye û dijî Îslamê ye.”

Dawiyê Mela Îsmaîl bang li tevayî kesayetên olî yên Tirk, Faris û Ereb kir ku di hemû xutbeyên xwe û axaftinê xwe de gelê Kurd derbarê metirsiya êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê de hişyar bikin.

“Êrişên Tirkiyê ji dema lihevkirina navbera Iraq û Tirkiyê dewam dikin”

Sekreterê Hizba Sosyalîst Mihemed Hacî Mehmud jî li ser dagirkeriya dewleta tirk got:

Êrişên dewleta Tirk ji dema lihevkirina navbera Iraq û Tirkiryê ya li ser Başûr ku di salên 1984’an de pêkathibû, dewam dikin.

Mihemed li ser bêdengiya aliyên siyasî jî got; ‘Dibe ku hinek peywendî hebin.

“Medya Başûr li şûna behsa dagirkeriyê bike, rêzefilmên Tirkî diweşîne”

Li aliyê din, li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê derbarê binpêkirinên welatên cîran ên li ser xaka Herêmê û bêdengiya medyayê ya li beramberî van binpêkirinan, semînerek hat dayîn.

Di semînerê de hejmarek rewşenbîr û aktivîstên civaka sivîl amadebûn.

Di semînerê de rexne li bê-helwestiya medyaya Başûr hat kirin û hat gotin, li şuna ku behsa êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kimyayî bikin, rêze-filmên doblajkirî yên Tirkî diweşînin.

كۆڕێك لەبارەی میدیا ‌و پێشێلکارییەكانی سەر خاکی هەرێم

Ciwanên navçeya Çemçemal berxwedana gerîla silav kirin

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li bajaroka Tekye ya navçeya Çemçemalê bi çalakiyekî piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlayên HPG’ê re nîşandan û hêrsa dijî dagirkeriyê vegotin.

Çalakiya runiştinê ya li Strasbourgê di hefteya 3’emîn de ye

Di çarçoveya pêngava “Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye” bi pêşengiya TJK-E û KCDK-E li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin.

Çalakî kete hefteya sêyemîn.

Ciwanan li Viyanayê êrişên dagirkeriyê şermezar kir

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji aliyê ciwanan ve bi meşekê hatin şermezarkirin.

Back to top button