KNK’ê serdana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê kir

Şandeya KNK’ê ya bi serokatiya hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad îro li Hewlêrê serdana Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê kir.

Şande ji aliyê serokê tevgerê Xidir Rudî û endamên tevgerê ve hate pêşwazîkirin.

Di civîna di navbera herdu aliyan de, behsa êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê hate kirin.

KNK’ê diyar kir ku armanca wan ji serdana Başûrê Kurdistanê parastina destkeftiyên Kurdistanê û yekîtiya aliyên siyasî ye.

Di civînê de, hate xwestin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya dagirker helwestek cidî bi taybet ji aliyê Hikumeta herêmê û aliyên siyasî ve were nîşandan.

Serokê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê Xidir Rudî xwest ku hemû aliyên siyasî dijî dagirkeriya Tirk xwedî helwest bin.

Back to top button