
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 seatên dawî de 45 kes bi vîrûsa coronayê ketin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir kesên pêketine 22 mêr û 23 jin in.
Mustefa destnîşan kir ku 6 kesên nexweş jî, baş bûne.
Heta niha, hejmara kesên ku bi Coronayê kestine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişte 17 hezar û 599’an, ji wan 717 kes mirine û hezar û 776 kes jî baş bûne.