Şehîd Ehmed Selal bi merasîmekê li Şedadê hat oxirkirin

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîd Ehmed Selal bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Ehmed Selal 19’ê Gulanê li Dêra Zorê dema ku li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Malbata şehîd, Saziyên Civaka Sivîl, li goristana şehîdan ya Şedadê beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Daîreya Ewqaf, Mecilsa Leşkerî û Saziya Malbatên Şehîdan hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan, nesnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Ehmed bi dirûşme û tililiyan hat oxirkirin.

Back to top button