HPG: 238 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker 23’yê Nîsanê li dijî başûrê Kurdistanê êrîşeke berfireh a dagirkeriyê da destpêkirin. Gerîlayên HPG’ê di nava mehekê de li dijî êrîşan berxwedaneke dîrokî bi pêşxistin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist.HPG’ê bîlançoya mehekê ya êrîşên dagirkeriyê û berxwedana gerîla eşkere kir. Hat diyar kirin 238 leşker hatin kuştin û derb li 6 helîkopteran hate xistin. Hato gotin di encama berxwedaneke mezin de 39 gerîla jî şehîd bûn.

Artêşa Tirk ya dagirker bi deh hezaran leşker, çete, cerdevan û tevî balafirên şer, helîkopter û teknîka şer ya herî mezin meheke êrîşî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yên Başûrê Kurdistanê dike. Gerîlayên HPG’ê jî bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşan didin û rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya mehekê ya şer eşkere kir,

Hat diyar kirin têkoşîna azadiyê bi êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk re ya şeva 23’ê Nîsanê li Avaşîn, Metîna û Zapê da destpêkirin, kete qonaxeke nû û wiha hat gotin,

“Gerîlayên Kurdistanê di nava mehekê de berxwedan û asteke şer a destanî nîşan dan.Tevî ku dewleta Tirk a dagirker plan dikir ku gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dagir bike, di berxwedana Zendûra, Cîloyê Biçûk, Mervanos û Mamreşo de xitimî. Bi saya berxwedana şehîdên me yên leheng, dijmin nekarî li gorî daxwaza xwe bi pêş ve biçe.”

HPG’ê diyar kir dewleta Tirk êrişeke qirkirinê ya topyekûn a li dijî gelê Kurd, daye destpêkirin û da zanîn ji ber vê yekê, şerê ku li dijî dewleta Tirk tê meşandin ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û wiha dewam kir,

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Amedê heta Amanosan, ji Botanê heta Serhed û Dersimê li her cihî berxwedaneke mezin dimeşînin. Ji bo pêşengiyê ji Pêngava Dema Azadiyê re bike, sekna fedayî ya Apocî ya ku şehîdên me yên leheng nîşan da, ji bo jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd re bû hêz û moral. Bi berxwedana gerîla, bi ruhê serhildanê yê gelê me û ciwanên Kurd, em ê encamê werbigirin.”

HPG’ê destnîşan kir Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ku weke gaveke nû ya taktîkî bi çalakiyên xurt deng vedan, di nava mehekê de asteke girîng a şer nîşan da.

Di vê debarê de jî wiha hat gotin,

“Atmosfera ku dewleta Tirk a dagirker bi şerê psîkolojîk û propagandayê hewl dide biafirîne û dibêje, ‘Her devera ku ez biçim ez ê bigirim, ez ê her hêza derkeve pêşiya min biperçiqînim’, mîna li Garê di berxwedana meha dawî de jî careke din pûç bû.”

HPG’ê li ser şerê mehekê ev agahî parve kir,

“Bi giştî 169 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin.

34 çalakiyên hêzên parastina hewayî hatin lidarxistin.

39 hevrêyên me şehîd bûn

238 dagirker hatin cezakirin.

30 dagirker birîndar bûn.

6 Helîkopter hatin derb kirin.

Hejmareke zêde alavên leşkerî yên dijmin hatin îmhakirin û desteser kirin.”

Back to top button