Ji ber êrişan qada enerjiyê ji sedî 50 wêran bûye

Balafirên dewleta Tirkî ji sedî 50 qada ceyranê ya herêma Cizîrê wêran kir.
Ji bo dabînkirina ceyranê hewldanên mezin têne kirin.
Hevserokê Desteya Enerjiyê diyar kir ku niha tenê 35 megawatt/saet ceyran didin herêma Cizîrê.

Ekrem Silêman diyar kir ku ji bo dabînkirina ceyranê ji welatiyan re hewldanên wan ên mezin hene û got:

“Me di demeke kin de karîbû van stasyonan ji nû ve sererast bikin û bi awayekî qismî bixin xizmetê.

Lê rewşa pîşeyî ne li gorî asta tê xwestin e, ji ber ku pêdiviyên sererastkirinê kêm in.”

Li gorî Silêman, bendên (Rojava, Tişrîn, Firat û Huriye) û kargeha Siwêdiyê ceyranê didin herêma Cizîrê.

Ji her sê bendavan 25 megawatt û ji navenda Siwêdayê 15 megawatt tenê ceyran tê hilbirandin.

Ceyrana ji Siwêdayê tê hilbirandin jî di radeya yekemîn de ji bo navendên xizmetguzarî wekî nexweşxane, aşxane û firinan e.

Di heman demê de saetên dayîna ceyranê ji bo navçe û bajaran hatine kêmkirin.

Back to top button