Li kampa Holê cenazeyê koçberekî Sûrî kuştî hat dîtin

Hêzên Asayîşê li kampa Holê, cenazeyê koçberekî sûrî kuştî dîtin.

Li gorî Asayîşê Cenaze yê ku bi amûrekî tuj hatiye kuştin li beşa 8’an ya kampê hat dîtin.

Navê koçberê hatiye kuştin jî Ehmed Îsa El-Elî yê 18 salî ye û li beşa 5’mîn ya kampê dima.

Li kampa Holê ji destpêka sala nû de, ji bilî bûyerên birîndar kirinê, zêdeyî 11 bûyerên kuştinê pêk hatine.

Back to top button