Rûniştinên Foruma Danûstandinên Siyasî yên Lîbî li Cinêvê dewam dikin

Rûniştinên Foruma Danûstandinên Siyasî yên Lîbî di roja duyemîn de li bajarê Cinêvê ya Swîsreyê dewam dikin. Li aliyê din jî, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku kir ku Tirkiye li Idlib û Efrînê amadehiyên xwe dike ji bo çeteyên nû bişîne Lîbyayê.

Rûniştina yekemîn ya Foruma Danûstandinên Siyasî yên Lîbî duh li bajarê Cinêvê ya Swîsreyê dest pêk kir.

Tê payîn jî ku îro wê endamên forumê endamên Meclisa Serokatiyê ya Lîbî ku ji 3 kesan pêk tê hilbijêrin.

Dibe ku rûniştinên Foruma Danûstandinên Siyasî heta dawiya vê heftiyê jî bidomin.

Endamên hikûmeta ya Lîbî ya nû wê welat heta dawiya vê salê birêve bibin, ku tê plankirin ku dawiya salê hilbijartinên giştî li Lîbyayê pêk werin.

Nûnera Netewên Yekbûyî a Lîbyayê, Stephanie Williams, di rûniştina duh de diyar kiribû ku di lîsteya namzetên ji bo girtina erkên di hikûmeta Lîbîya a nû de nûnertiya hemû welat tê kirin.

Stephanie Williams diyar kir ku wê mekanîzma hilbijartinê bi awayekî demokratîk pêk were.

Çavdêriya Sûrî: Tirkiye amadehiyên şandina çeteyên nû ber Lîbyayê dike

Li aliyê din jî, bi armanca dewama aloziya li Lîbyayê û piştgiriya hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî, Tirkiye şandina çeteyên xwe ji Sûriyê ber Lîbyayê ve didomîne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku Tirkiye li Idlib û Efrînê amadehiyên xwe dike ji bo çeteyên nû bişîne Lîbyayê.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha aliyên şerker li Lîbyayê li hev kiribû ku ji bo pêkanîna çareseriya giştî li welêt, 3 meh dem dabû ku hemû çeteyên biyanî ji Lîbyayê derkevin.

Ev muhleta ku hatî dayîn jî beriya deh rojan bi dawî, lê hêjî Tirkiye çeteyan dişîne Lîbyayê.

Back to top button