li Myanmar artêşê darbeya leşkerî pêk anî

Li Myanmar ya ku weke welatek ya darbeya leşkerî tê dîtin, di nava 63 salên dawiyê de 4 caran darbe lê pêk hat. Herî dawî jî doh di saetên siharê de, artêşê careke din darbeya leşkerî li welat pêk anî.

Artêşê bi carekê de rewşa awerte ragihand û hemû rêveberên welat binçav kirin. Partiya Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî (NLD) ya li welat deshilat, darbe bi lekeyek reş ya li dîroka welat hatî xistin binavkir û daxwaza berdana siyasetmedaran kir.

Doh li Myanmar ya piştî aloziya demên dawiyê navbera artêş û hikumetê de, artêşê darbeya leşkerî pêk anî.

Li welat rewşa awerte hate ragihandin û êdî kolanên bajar cihê xwe ji tevgera leşkerî re hişt.

Bi darbeyê re, partiya Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî (NLD) ji deshiladariyê hate xistin.

Artêşê rêvebera Myanmarê Aung San Suu Kyi binçavkir.

Tevî Suu Kyi, Serokkomar Win Myint û gelek kadroyên payebilind ên partiya Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî (NLD) a li desthilatdariyê hatin binçavkirin.

Partiya NLD bi daxuyaniyeke li ser malpera xwe ya civakî daxwaza berdana lîderê siyasî kir û darbeya leşkerî jî weke lekeyek reş ya ya li dîroka welat hatî xistin pênase kir.

Li gorî nûçeyên ajansa nûçeyan Xinhua beşek ji siyasetmedarên hatîn binçavkirin hatine berdan.

Kesek ji asta jor ya leşkerî ku ji ajansê re axivî diyar kir ku komek parlamenter û rêveberên herêmê îro danê siharê hatine berdan.

Artêş ya ku darbeya leşkerî pêk anî, despêkê tevahî wezîr ji kar girtin û li cihê 24 kursiyên wezaretê 11 wezîrên nû erkdar kirin.

Mamostaya werzîşê bê ku ferq bike dimenê despêkê yê darbeyê diweşand

Li welat mamosteya werzîşê dema wezîşê dike bê ku di ferqê de be, dimenên despêkê yên darbeyê tomar dikin.

Mamostaya werzîşê ku hat zanîn navê xwe Khing Hnin Wai dema li ser internetê perwerdeya werzîşê dida derbasbûna konvoya leşkerî xuya dike.

Ji 1958’an ve li Myanmarê darbeya 4. pêk hat

Myanmar beriya niha bi 10 salan ji rejîma darbeya leşkerî derketibû.

Beriya wê rejîmeke leşkerî ya nîv sed salî hebû. Piştî sala 1948’an dema ragihandina serxwebûnê û vir ve 2 darbeyên leşkerî di sala 1962 û 1988’an de pêk hatibû.

Aung San Suu Kyi di sala 1991’ê de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû.

Partiya Kyi di mijara rêvebirina krîza têkildarî Misilmanên Rohîngyarê de li qada navneteweyî gelekî dihate rexnekirin.

Dihate sûcdarkirin ku di dema desthilatdariya Suu Kyi de qirkirin li Rohingyaran hatiye kirin.

Back to top button