Nejbîr Sêrt: Xwedî li berxwedana girtiyan derkevin

Endama Komîteya Zîndanan a PAJK’ê Nejbîr Sêrt got: “Hêza me heye ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd zemînê çareseriyê ava bikin” û bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana girtiyan derkevin.

Endama Komîteya Zîndanan a PAJK’ê Nejbîr Sêrt têkildarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan nirxand.

Nejbîr Sêrt: Berxwedana girtiyên PKK/PAJK’ ê bi ruhekî fedayî tê nîşandan

Nejbîr Sêrt diyar kir ku wan rolekî mezin dane pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin û wiha pêde çû:

“Hemû beşên civakê û li gelek welatên cîhanê piştgirî ji vê pêngavê re hate dayîn.

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehan bi greva birçîbûnê helwesta xwe ya li dijî hemû pêkanînên faşîzan bi taybetî tecrîda Îmraliyê diyar dikin.

Ev yek di heman demê de xwedîderketina li mîrateya berxwedana Rêbertiya me ya li dijî tecrîda li Îmraliyê û berxwedana li zindanan e. Di vê berxwedanê de ruhekî fedaî tê nîşandan.

Nejbîr Sêrt: Ji kolanan heta zîndanan pêngav belavî tevahî cîhanê bûye

Necbîr Sêrt daxuyakirin ku pêngav tê wateya bi Rêbertî re pêşxistina hevrêtiya rast e û pêngava avakirina çareserî, aştî û siberojek azad a bi Rêbertî re ye û wiha domand:

Ev pêngav dê pêvajoyek dirêj bigire nava xwe û têkoşîna li dijî tecrîdê bi çalakiyên gelekî cuda tê nîşandan.

Ji kolanan heta zîndanan û ji Kurdistanê belavî tevahiya cîhanê dibe.

Bi heman ruhî em dibêjin azadiya Rêbertiya me azadiya gelê Kurd e û ji bo vê em azadiya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin.

Nejbîr Sêrt: Têkoşîna me wê teqez azadî û serkeftinê bi xwe re bîne

Endama Komîteya Zîndanan a PAJK’ê Nejbîr Sêrt, teqez kir têkoşîna rêxistinkirî dikare dawî li polîtîkayên faşîzan ên dijmin bîne û di dawiyê de ev peyam da;

Em xwedî wê hêzê ne ku armancên pêngavê pêk bînin, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe û bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd ava bikin.

Ev têkoşîn wê teqez azadî û serkeftinê bi xwe re bîne.”

Greva birçîbûnê a li zîndanan di roja 14’an de ye

Back to top button