Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên di çarçoveya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” dewame.
Çalakiya greva birçîbûnê a ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî a rêber Apo di roja 14’an de ye.
Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî’ li Bakurê Kurdistanên û Tirkiyê jî çalakî û grev têne lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de girtiyên siyasî yên PKK’ê û PAJK’ê li gelek girtîgehan dest bi greva birçîbûnê a dorveger kirin.
Çalakiya ku di 27’ê Mijdarê de dest pê kir di roja 14’an de didome.
Girtiyên siyasî di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê de bi îsrarin.
Çalakiya nobeta edaletê li Amed, Mersîn û Edeneyê di roja 7’an de didome