Li Rojavayê Helebê Topbaran

Li herêma bêçek di şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de, 10 kes hatin kuştin.
Li Dêrazorê balafirek bêmirov navendek çekdarên Îranê bombebaran kirin.
Di êrişa li Derayê de, 4 leşkerên hikumetê birîndar bûn.

Li herêma ‘bêçek’ hêzên hikuemta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker herêmên hev topbaran dikin.

Ji doh êvarî û heta dema amedekirina vê nûçeyê aliyan herêmên hev didan ber topan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bajarê Idlibê, bajarokê Sermînê û cihên din yê sivîlan bombebarin kirin.

Her wiha bajarokê Daret Îze yê li gundewarê Helebê jî bû armanca êrişên hêzên hikumetê.

Komên çete jî bi heman rengî bajarokê Nubil û El-Zehra ên li Hebelê ku di bin serweriya hikumeta Şamê de ne topbarankirin.

Di êrişan de 10 welatî hatin kuştin, 60 jî birîndar bûn

Li gorî çavdêriyê, heta niha di encamê şerê her du aliyan 11 sivîl hatin kuştin.

Her wiha bêtirî 60 kesî birîndar in.

Ji ber rewşa giran a birîndaran, metirsiya zêdebûna jimara miriyan heye.

Balafirek nenas li Dêrazorê navendek çekdarên Îranê bombebaran kir

Li Sûriyê herêmên di bin kontrola çekdarên Îranê de bûne armanca êrişan.

Di seatên berbangê de, balafirek bêmirov a biçek ya nenas li bajarokê Meyadînê yê parêzgeha Dêrazorê navendek çedkarên Îranê bombebaran kir.

Heta niha der barê kuşt û birîndaran tu agahî nehatine bidestxistin.

Li Derayê di êrişa komeke nenas de 4 leşkerên hikumetê birîndar bûn

Li Derayê jî êrişên çekdarên nenas li dijî hêzên hikumetê zêde bûne.

Li bajarokê Nmir yê parêzgeha Derayê dema ku erebeyek leşkerên hikuetmê derbas dibe ji aiyê çekdarên nenas ve bûn armanca êrişê.

Di navbera her du aliyan de, şerekî giran derket.

Di encamê de, 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di şerê hikûmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de 23 kes hatin kuştin

Back to top button