HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ji malbata şehîdan re sersaxî xwest û got: “Em ê di şexsê herdu cangoriyan de, armanca şehîdan a Kurdistana azad pêk bînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê di derbarê şehadeta herdu gerîlayan de ev agahî parve kir:
“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 13’ê Tîrmeha 2023’an di êrişa dijmin de hevrêyên me Zinar Raperîn û Akîf Tolhildan şehîd bûn.”
HPG’ê qala têkoşeriya şehîdan kir û wiha got:
“Hevrêyên me Zinar û Akîf her kêliya xwe bi milîtanî derbas kir.
Di demên herî zehmet de bi îdîa û biryardariya serketinê têkoşîna xwe mezin kirin.
Hevrêyên me di her kêliyê de bêteredût berê xwe dan qadên şer û ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyan.
Bi vê re xwe gihandin kesayetiya Modernîteya Demokratîk ku ji aliyê cewherî ve jiyaneke sosyalîstî û fikrê azad e.”
HPG’ê ji malbatên şehîd û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz ê re sersaxî xwest û got:
“Em ê armanca şehîdan a Kurdistana azad pêk bînin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:
Nasnav: Zinar Raperîn
Nav paşnav: Mucahît Gungor
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik: Sitî
bav: Haci Fadil
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Tîrmeha 2023 / Zap
Nasnav. Akîf Tolhildan
Nav paşnav: Mehmet Emîn Atûg
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik : Aynûr
Bav: Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Tîrmeha 2023 / Zap