Îro 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanî ye.
Komîteya Lêkolînkirina Rastiyên Sûcên li dijî Rojnamegeran li Sûriyê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku dewleta Tirk rêbaza êrişên xwe guhertiye.
Rêveberên komtîtê gotin: Em sûcên dewleta Tirk dişopînin û wan xal bi xal belge dikin.”
Komîteya Lêkolînkirina Rastiyên Sûcên li dijî Rojnamegeran li Sûriyê bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanî li Parka Xwendinê ya Qamişloyê civînek lidarxist.
Bi dehan endamên Yekîtiya Ragihandina Azad YRA û Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê beşdarî civîn bûn.
Komîteyê civîna xwe bi daxuyaniyekê destpê kir û tê de wiha got:
“Dewleta Tirk di demên dawîn rêbazê xwe yê armancgirtina xelk û rojnamegerên li herêmê guhert û bi balafirên bêmirov êriş dike.
Ev yek metirsî çêkir û bandoreke neyînî li rewşa civakî kir.
“Em sûcên têne kirin xal bi xal belge dikin”
Sûcdar sûcên li dijî rojnamegeran dewam dikin, ji ber ku ew bi ewle ne û bê ceza dimînin.
Lê ew nizanin ku komîteya lêkolînkirinê sûcên ew dikin dişopîne û wan xal bi xal belge dike.”
Piştî daxuyaniyê rojnamegeran derbarê mekanîzmeya xebata komîteyê pirsên xwe kirin.
Liser pirsên gelo ev binpêkirin bi wêne û dîmen jî tên belgekirin? Gelo komîteyê rapora xwe ya der barê hedefgirtina rojnameger Delîla Egîd de bi dawî kir? Hevserokê YRA’yê û endamê komîteyê Dilyar Cizîrî û endama rêvbera Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cumaa ev bersiv dan:
“Tevahî binpêkirin wê bi dîmen û wêneyan, li kêlek wê raporên nivîskî û diyalogên şahîdên bûyerên tên belgekirin.
Her wiha dê ev rapor ji raya giştî re bêne parvekirin û pêşkêşî rêxistinên girêdayî NY′yê, komîte, komeleyên mafên mirovan, rojnameger, dadgehên sûcên navneteweyî û aliyên taybet bibin.”
Komîteya Lêkolînkirina Rastiyên Sûcên Li Dijî Rojnamgeran a li Sûriyê 11 Îlona 2023 hate damezrandin.
Ji wê rojê ve dest bi xebatên belgekirina sûcên dewleta Tirk yên li hember rojnameger û sivîlan kiriye.