Asayîşa Êzdîxanê karên xwe yên salekî ragihand

Fermandariya Asayîşa Êzidxanê karên xwe yên salekê nirxand û têkildarî sala nû daxuyanî da.
Asayîşa Êzdîxanê di daxuyaniya xwe de got:
“Erka me ya sereke parastina Şengalê û mezinkirina asayîşa Êzidxanê ye.
Emê di sala nû de beşa asayîşa Jin a Êzidxanê avabikin û xwebatên xwe hîn bi hêz û profesyonel bimeşînin.”

Fermandariya Asayîşa Êzidxanê ji bo nirxandina kar û çalakiyên 2023’an civîneke berfireh lidarxist û encama karên xwe yên salekê bi daxuyaniyeke eşkere kir.

Asayîşa Êzdîxanê destnîşan kir ku mezinkirina asayîşa Êzidxanê, plansazî û hedefên sala nû ya xebatê wane û got:

“Erka me ya sereke parastina Şengalê û mezinkirina asayîşa Êzidxanê ye.

Asayîşa Êzidxanê plansaziyên konferansa asayîşê di sala 2023’an de derxistibû, piranî bicîh anin.

Ji bo profesyonelkirina xebatên asayîşê jî wê di sala 2024’an de bernameyeke bihêz deyne pêş xwe.”

“2023 de gelek pirsgirêkên civakî hatin çareserkirin”

Fermandariya Asayîşê diyar kir erkeke din a esasî ya wan çareserkirina pirsgirêkên şêniyan bû û wiha behsa xebatên xwe kir:

“Çi ji pirsgirêkên malbatî yan jî eşîretê, gelek pirsgirêkên mîna wan ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatine çareserkirin.

Beşeke ji van pirsgirêkan jî bi meclîsên gel û hêzên parastinê yên herêmê re hatine çareser kirin.

Bi taybet di sala 2023′ an de gelek pirsgirêkên civakî hatine çareserkirin.”

“Bi giştî salê de 7 êrîşên pêk hatin..9 welatî şehîd bûn”

Li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li herêmê hatinê pêk anîn jî asayîşê ev agahî da:

“Di sala 2023’yan de gelek êrîşên hewayî û cûrbecûr li qada me pêk hatine.

Hemû êrîşên ku pêk hatine ji aliyê Asayîşa Êzîdxanê ve hatine lêkolînkirin û tomarkirin.

Bi giştî di salê de 7 êrişên bi balafirên bêmirov pêkhatine û di encamê de 9 welatî şehîd bûne.

Her wiha êrîşeke sûîkastê jî çêbûye û di encamê de welatiyek şehîd bûye.”

Asayişa Êzdixanê: Em ê di sala nû de Asayîşa Jin a Êzidxanê ava bikin

Asayîşa Êzidxanê di dawî de ev peyam da:

“Emê xebatên pisporiya endaman zêdetir dewlemend bikin.

Emê di sala nû de têkoşînek mezin û bi hêztir bimeşînin.

Dîsa wê xebatên vekirina beşa asayişa Jin a Êzidxanê weke çend hedefên nû ya li peşiya me be.”

Back to top button