Şêniyên bajarê Minbicê bi meşekê sûc û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û birîna avê şermezar kirin.
Bi sedan şênî û endamên sazî û navendên Minbicê li ber Çerxerêya Mîzan a rojavayê bajêr kom bûn û ber bi qada giştî ya li naverasta bajêr ve meşiyan.
Li qada giştî meş veguherî mîtîngê di mitîngê de hevserokê Komîteya Perwerde û Fêkirinê ya Minbic Suhîl Walî axivî û sûc û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.
Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd diyar kir ku Tirkiyê ji destpêkê ve aloziya Sûriyê bi kar anî da ku plan û aramncên xwe li herêmê pêk bîne.
El-Ebûd destnîşan kir ku dewleta Tirk ji destpêkê ve piştgirî da DAIŞ`ê kir, niha jî piştgiriya şane û komên çeteyan dike ku bi rêya wan herêmên Sûriyê dagir kirin.