Hevserokê PYDʹê Salih Muslim diyar kir ku PYD’ê ji bo komploy û daxwazên gel ê Rojava û Sûrî re bibe bersiv, li ser xeta sêyemîn hate avakirin û bû bingeha Şoreşa Rojava.
Salih Muslim got: “Armanca me wek PYD’ê zelal e, ew jî projeya Rêveberiya Xweser û nenavendîbûna Sûriyê ye.
Hevserokê PYDʹê Salih Muslim, bi boneya salvegera damezirandina 19’an a partiya xwe axivî.
Salih Muslim avakirina PYD’ê wek pêwîtiyeke civakî pênase kir û got:
“Pêwistiya Kurdên Rojava û gelên li Sûrî partiyeke weke PYD’ê ku ji daxwazên azadiyê yê civakê re bibe bersiv hebû.
Ji ber ku partiyên siyasî yên din ji daxwazên gel re nebûn bersiv.
Ji aliye din jî me bi damezrandina PYD’ê ve xwest bersiv bidin koploya rejîma Sûriyê û Tirkiyê ya li dijî Rêber Ocalan û kurdan”
Muslim anî ziman bi destpêka tevgera gel li Sûriyê re, PYDʹê xwe spart tecrûbeyên xwe yên siyasî ya 9 salan û wiha got:
Salih Muslim: PYD xeta seyemîn hilbijart
PYD bû partiya yekemîn li Sûriyê ku dest bi rêxistinkirina civakê kir.
Her wiha bang li partiyên din, di serî de yên kurdî yên li herêmê kir ku yekitiya xwe ava bikin.
PYDʹê siyaseteke hilbijart ku ne li rex rejîmê û ne jî “Opozîsyona Sûriyê” sekinî.
Xwe ji van hemûyan dûr xist û xeta sêyemîn hilbijart ”
Salih Muslim: PYD xwe gihand hemû partiyên siyasî û pekhateyên civak ê
Hevserokê PYDʹê Salih Muslim diyar kir ku PYD bi siyaseta xwe bingeha şoreşa rojava re pêşengtî kir û xwe gîhan hemû gelên li Rojava û Sûrî û got:
“PYDʹê xwe gihand hemû partiyên siyasî û eşîrên Kurd û Ereb û beşên din ên civakê
Li gel partiyên siyasî yên din ên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li ber şerekê navxweyî û fitneyên rejîmê girt.
Her wiha, rê li ber gelên herêmê vekir ku bi rêya modela Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan, xwe bi rêve bibin.”
Salih Muslim: Armanca me zelal e, ew jî nenavendîbûna Sûriyê ye
Li ser nêrîn û armancên pêşerojê yên partiyê jî Hevserokê PYD’ê Salih Muslih diyar kir yekkirina Kurdan xeta peşîne û wiha bi dawî kir:
Armanca me wek PYD’ê zelal e, ew jî projeya Rêveberiya Xweser û nenavendîbûna Sûriyê ye.
“Di aliyê civakî de jî avakirina civakeke exlaq, polîtîk, ekolojîk û azadiya jinê û xurtkirina biratiya gelan li ser esasê neteweya demokratîk e.
Her wiha rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegerandina koçberan li warê wan.”



