Muhsin Ehmed : Çareserî bi komkirina hemû hêzên demokratîk di eniyekê de pêkan e

Rêveberê Şepêla Rêya Guhertin a Aştiyane Muhsin Eqil Ehmed diyar kir ku çareserî bi komkirina hemû hêzên demokratîk ve girêdayî ye ku rola MSDʹê tê de sereke û navendî be.

MSD di 16 û 17ʹê Îlonê de komxebateke şêwirê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Kesayetên nîştimanî yên demokrat ên sûrî beşdarî komxebatê bûn.

Têkildarî girîngî û rola van komxebatan, Muhsin Eqil Ehmed axivî.

Muhsin got:

“Bêyî diyalogan aloziya girêk a Sûrî çareser nabe.

Pêwîstî bi diyalogê heye, rejîm niha li çareseriyê nagere..

Û ji bo her çareseriyeke siyasî lez nake. ”

Li ser awayê guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, Ehmed ev yek anî ziman :

“Çareserî bi komkirina hemû hêzên demokratîk di eniyekê de pêkane ..

Heger zexteke navneteweyî li ser wê hebe, wê demê wê rejîm bi MSDʹê re diyalogan bike.

Bêyî zexta navneteweyî rejîm gavekê ber bi diyalogan bi komên muxalefeta hundirîn re navêje.

Back to top button