Mihemed Beşîr: Dewleta Tirk armanc dike gelê herêmê qir bike

Nivîskarên ji herêma Cizîrê diyar kir ku berpirsyariya parastina herêmê dikeve ser milê gelê wê û bi taybet ser milê ciwanan û ne tenê erka hêzên leşkerî ye.
Her wiha bal kişandin ser girîngiya birêxistinkirina li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker.

Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan êrişî herêmê dike .

Ji bo tirsandin û koçberkirina gel van êrişan didomîne..

Da ku piştre herêmê dagir bike.

Nivîskar û endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mihemed Beşîr derbarê vê yekê de axivî..

Mihemed Beşîr diyar kir ku armanca dewleta Tirk qirkirina gelê herêmê ye û got :

“Xweparastin rêbazekî parastinê ye ku civak an jî ferd xwe pê diparêze.

Xweparastin bingeh e ji bo rûbirûbûna êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk e..

Parastina herêmê ne tenê erka hêzên leşkerî ye..

Lê hemû civak ji parastina xwe berpirsyar e..”

Beşîr wiha bang li gelê herêmê kir:

“Piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin..

Û ji bo parastina destkeftiyên ku hatine bidestxistin, bi her awayî piştgirî û alîkariyê bidin wan.”

Leyla Boncix :Divê gelê herêmê bi hêzên leşkerî re li dijî êrişên dagirkeriyê bisekine

Nivîskar û endama Yekitiya Rewşenbîran Şaxê Hesekê Leyla Boncix jî bi herman ermancê axivî..

Leyla Boncix tekez kir ku parastina herêmê berpirsyariya tevahî zarokên herêmê ye ..

Leyla bal kişand ser girîngiya hevgirtina her kesî li hemberî êrişan û ev tişt anî ziman:

“Li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk divê gelê herêmê li gel hêzên leşkerî bisekinin.

Herêmên xwe biparêzin û hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê pûç bikin.”

Back to top button