Gendelî û nijadperestiya li dijî tîma Efrînê

Bûyerên nijadperestiyê yên sala 2004’an ku di maçeke futbolê de li djiî Kurdan li Qamişlo pêk hatibûn careke din hatin dubarekirin, lê vê carê li Laziqiyê.
Duh di maça tîma Efrîn û Tedamun de hakemê maçê li stadyûmê destek da tîma Laziqiyê û maç 2-0 qezenc kir.
Piştî maçê jî hêzên qaşo parastina ewlehiya maçê êrîşî lîstikvanên tîma Efrînê kirin.

Nijadperestiya hikûmeta Şamê li dijî Kurdan û bi taybetî di qada sporê de careke din xwe radixe ber çavan.

Her wiha bûyerên sala 2004’an a li stadyûma Qamişlo bi bîr dixe.

Lê belê vê carê li Laziqiyê li dijî tîma Efrînê ku hakem maç jê bir û hêzên qaşo ewlehiyê jî êrîşî lîstikvanên Efrînê kirin.

Duh tîma Efrînê di gera duyem a derbasbûna superlîga Sûrî de li stadyûma Laziqiyê hat pêşberî tîma Tedamun.

Di maçê de hakemê maçê eşkere destek da tîma Tedamûn.

Ji bo ku avantaja lîstinê bide Tedamunê karta sor da 4 lîstikvanên tîma Efrînê.

Tîma Efrînê matç bi 7 lîstikvanan dewam kir.

Hakemê maçê bi wê tenê nema her wiha 2 gol nerast ku yek ji penaltî û yekî jî bi şaştiya dest ji tîma Tedamon re hesibandin.

Ji ber alîgiriya dadvan, lîstikvanên Efrînê her du gol red kirin û matç bi serî nekirin.

Ji ber vê yekê hakem berî dema wê matç bi dawî kir û serketin ji Tedamon re hesiband û rê li ber derbasbûna tîma Efrînê ya derbasbûna superlîga Sûrî hat giritn.

Piştî matçê lîstikvanên Efrînê bi hêrs bûn û alozî derket.

Hêzên qaşo ewlehiyê êrîşî lîstikvanan kirin û gotinên ne exlaqî ji wan kirin.

Belê, careke din Kurd di qada sporê de rastî zordarî û nijadperestiyê hatin.

Senaryoya bûyerên Qamişlo dîsa hat dubarekirin û sedem jî nijadperestiya li dijî Kurdan e.

Back to top button