Wê 1’ê Sibatê ‘Meşa mezin a Azadiyê’ dest pê bike

Ji bo rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, gelê Bakûr wê dest bi meşa azadiyê bikin.
Meşa mezin a Azadiyê wê 1’ê Sibatê dest pê bike û heta 15’ê Sibatê bidom e.
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê banga tevlîbûnê li gel kirin.

Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ragihandin ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, dest bi meşê bikin.

Daxuyaniya girêdayî mijarê li Amedê hate dayîn û gelek nûnerên partî û rêxistinên siyasî tê de amadibûn.

Metna daxuyaniyê ya bi kurdî ji hêla Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ve hate xwendin.

Hat destnîşankirin ku meş wê 1’ê sibatê dest pê bike û heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bidome.

“Pergala tecrîdê bûye navenda polîtîkayên tesfiyekirinê”

Di daxuyaniyê de careke din tecrîda girankirî a li dijî Rêber Apo hate bibîrxistin.
Hate diyar kirin tecrîd di heman demê de tevahî civak jî dîl girtiye û li ser civakê wek amûreke zext û zordariyê tê bikaranîn.

“Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareserkirina pirsgirêka Kurd e”

Keskîn Bayindir anî ziman tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareserkirina pirsgirêka kurd e û bal kişande li ser girîngiya azadiya fîzîkî Rêber Apo.
Di dewamê de Bayindir got:

“Heta ku ev tecrîda mutleq neyê şikandin dê gel nikaribin bêhnê bistînin û pirsgirêk dê bi awayekî demokratîk neyên çareserkirin.”

“Heta ku pergala tecrîdê neyê hilweşandin em ê nesekinin”

Li ser van bingehan hate diyar kirin ew ê ji 1’ê Sibatê heta 15’ê wê ji bo azadiya Rêber Apo meşa mezin a azadiyê li dar bixin û dawiya peyamê banga tevlîbûnê hat kirin.

Meşa Dirêj a ji Parîsê ber bi starsboûrgê ve di roja 4.de ye

Back to top button