Kenîseya Kurdî li Libnanê berê xwe da herêma Bakurê Sûriyê û alîkarî pêşkêş kirin

Keşeyên Kenîseya kurdî li libnanê bi armaca piştgirya gelê bakurê Sûriyê yên ji hemû pêkhateyan berê xwe dan herêmê û alîkarî pêşkêş kirin.

Endamên kenîseya Kurdî li libnanê bi hevkariya çend kenseyan, pere û alîkarî kom kirin û li Qamişlo, Hesekê û Dêrikê pêşkêş kirin.

Rêveberê Kenîseya Kurdî li Libnanê, Keşe Nîhat destnîşan kir ku armanca wan ji van alîkariyan ku were zanîn ku miletên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê netenê ne.

Rêveberê Kenîseya Kurdî li Libnanê Nîhat dia kir ku li herêmê aştî pêk were û li dijî zindîbûna îdeolojiya DAIŞ’ê miletên herêmê hevgitiya xwe ava bikin.

Her wiha li ser navê Kenîseya Itîhat a li Qamişlo bang li dewletên cîhanê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk bê deng nemîn û bikevin tevgerê.

Leave a Reply

Back to top button