
Fermandariya Giştî ya YBŞ/YJŞ’ê li ser êrîşa balafirên şer ên Tirk a li navçeya Xanesor a Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand, di êrîşê de 3 şervanên wan birîndar bûne.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Îro di saet 13:10’an de dewleta Tirk bi balafirên keşfê yên bi çek (SİHA) êrîşê cihê ku hêzên me ji bo demkî bikar dianîn kir.
Di encama vê êrîşê de 3 şervanên me birîndar bûn.
Dewleta Tirk îro ne tenê êrîşê hêzên me kir, êrîşê tevahî gelê me yê Êzidî û tevahî xaka Iraqê kir.
Ev êrîşa dewleta Tirk dewamiya qatlîam û êrîşên DAIŞ’ê yên li ser gelê me yê Êzidî ye, bi van êrîşên xwe destê DAÎŞ’ê jî xûrtir dike û ev êrîş weke tola Ebûbekîr El Baxdadî hilandine.
Bi taybet cihê ku gelê me yê Êzidî û Kurd lê jiyan dike ji xwe re dike hedef û êrîş dike.
Em carek din dibêjin dewleta Tirk tu carî nikare îrada gelê me û hêza me bişkîne.
Em weke hêzên parastina Şengalê YBŞ-YJŞ çi dibe bila bibe em ê gelê xwe li dijî her êrîşên dagirkeriyê heta dawiyê bi parêzin.
Şervanên me yên ku di encama vê êrîşê de birîndar bûne em ji bo wan û malbatên wan şîfa dixwazin.