Parlamenteran nameya îstifayê radestî Sadir kirin

Li Iraqê hêviyên beriya hilbijartina pêşwext ya parlamentoyê ku Cotmeha 2021’an derketî, têk diçe.
Piştî banga rêberê Tevgera Sedir Muqdeta Sedir, hemû parlamenterên Sedir nameya îstifakirinê radestî Muqteda El Sedir kirin.
Ev yek ji bi xwere gelo hilbijartinek pêşwext careke din li pêşiya Iraqiyane derxist pêş.

Duh rêberê Tevgera Sedir Muqdeta Sedir daxwazek pêşkêşî parlamenterên Tevgera Sedir kir ku nameya îstifayê ji parlamentoyê re binivîsin.

Sedir diyar kir ku li welat tenê reform bi hikûmetekî piranî ya nîştimanî dibe.

Sedir got:

“Divê hemû parlamenterên Tevgera Sedir nameya îstifayê amade bikin û pêşkêşî serokatiya parlamentoyê bikin.

Ji ber ku du bijartekên me hene, yan vekişîn an jî mûxalefet bûn.”

Li gorî ragihandina ofîsa Muqteda El Sedir duh bişev hemû parlamenterên Tevgera Sedir nameya îstifakirinê radestî Muqteda El Sedir kirine.

Pêvajoya piştî hilbijartina 10’ê Cotmehê

10’ê Cotmeha 2021’an de hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê pêk hat.

Di hilbijartinê de Sadr bi 73 parlementeran bi ser ketibû.

Lê tevî tevgera Sadrê, Çarçoveya Koordînasyonê ya ku ew jî komeke Şîî ye dixwaze serokwezîr diyar bike.

Sadr tevî hêzên Sunnî, bi PDK’ê re tifaqek çêkiriye û dixwaze parvekirina rola di hikumetê de bişkîne.

Mukteda Sadr di kanaleke televîzyonê de gotibû “Heke hebûna bloka Sadrê ji bo avakirina hikumetê astengî be, nûnerên blogê amade ne ji meclîsê îstîfa bikin” û banga îstîfayê li parlementerên xwe kir.

Bi vî awayî ji bo avakirina hikumetê pêşiya Çarçoveya Koordînasyonê jî vedike.

Hikumeta pirparêz a ku Sadr qala wê dike ji Sadrê, partiya serokê Sunnî yê parlementoyê Muhammed El Halbûsî û PDK’ê pêk tê.

Ev her sê partî di meclîsê de ji nav 329 kursiyan, xwediyê 155 kursiyan in.

Li hemberî wan jî Çarçoveya Koordînasyonê heye û tifaqa Fetîhê tê de cih digire.

Tifaqa Fetîhê wekî vîtrîna siyasî ya Haşdî Şabî ye.

83 parlementerên vê koalîsyonê hene.

Ji ber ku li parlementoyê beşeke zêde kom nebû û hevkirinek pêk nehat, ji serê salê heta niha sê caran hilbijartina serokomariyê nehate kirin.

Beriya diyarkirina serokwezîr û avakirina hikumetê divê serokomar were hilbijartin.

Li gorî Destûra Bingehîn hemû dem tijî bûye.

Yek ji senaryoya rizgariya ji vê aloziyê ev e ku parlemento were feshkirin û dîsa hilbijartin were kirin.

Ji bo vê jî divê parlementer bi xwe parlementoyê fesih bikin.

Back to top button