Erebistana Siûdî hilberîna petrolê ya rojane kêm bike

Erebistana Siûdî talîmat da şirketa niştimanî ya petrolê Siûdi Aramco ku kapasîteya xwe ya hilberîna nefta xav rojane 1 milyon bermîl kêm bike.

Erebistana Siûdî Aramco ragihand ku wan ji Wezareta Enerjiyê talîmat wergirtine da ku asta kapasîteya hilberînê ya herî domdar di rojê de 12 milyon bermîl bimîne.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Siûdî Aramcoyê hat dayîn de hat diyarkirin ku ji Wezareta Enerjiyê talîmata hatiye wergirtin ku hedefa şirketê ya zêdekirina kapasîteya xwe ya domdar bo 13 milyon bermîlan dewam neke û di asta 12 milyon bermîlan da bimîne.

Şîrketê lê zêde kir ku asta kapasîteya hilberîna domdar a herî zêde ji hêla dewletê ve li gorî pergala hîdrokarbonê ya ku bi Biryarnameya Qraliyetê ya 20’ê Kanûna 2017’an hatî derxistin tê destnîşankirin.

Erebistana Siûdî Aramco jî di daxuyaniyekê de li ser malpera Borsaya Siûdiyê (Tadawul) ragihand ku ew dê kar bikin ji bo nûjenkirina xerckirina sermayeyê dema ku encamên wê yên sala 2023 di meha Adarê de bên ragihandin.

Back to top button