Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta Tirk nîşaneya metirsiyeke nû ye

Rêveberiya Xweser êrişa Tirkiyê weke nîşaneyeke xeter bi nav kir û eşkere kir ku Tirkiyê dixwaze şerekî navxweyî yên pêxîne..
Di heman demê de, xwest Rûsya û Amerîka bibin xwedî helwestên zelal.

Rêveberiya Xweser têkildarî vê yekê daxuyeniyek belav kir û ev êrişên dagirkeriyê şermezar kir û weke nîşaneya rûdana metirsiyeke nû bi nav kir.

Rêveberiya Xweser ji Rûsya û Amerîkayê re: Bêdeng nemînin û helwestên zelal li hemberî êrişên Tirkiyê nîşan bidin

Rêveberiya Xweser ji Amerîka û Rûsyayê xwest ku pêwîst e helwestên zelal li hemberî van êrişan hebin, nexasim ku weke garnatorên agirbestê ne.

Rêveberiya Xweser: Tirkiyê dixwaze herêmê vala bike û şerekî navxweyî peyda bike

Di heman çarçoveyê de destnîşan kir ku Tirkiyê bi armanckirina rêveber û hêzên leşkerî yên şerê DAIŞ’ê dikin, derbê li têkoşîna li dijî terorê dixîne û hewl dide gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî koçber û qir bike, da ku şerekî navxweyî yê kûr û demdirêj peyda bike.

Ji destpêka sala 2022’an de, dewleta Tirk 58 êrişên ezmanî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk anîn û di encamê nêzî 70 welatiyî şehîd bûn.

Cotmeha sala 2019’an ve du lihevkirinên agirbestê bi sponseriya Rûsya û Amerîkayê hatin erêkirin û Hêzên Sûriya Demokratîk jî li gorî bendên wê peymanê 30 KM dûrî sînor belav bû..

Lê belê li gorî şopandina rewşa herêmên sînor, êrişên bi çekên sivik, top û balafiran ji aliyê dewleta Tirk ranwestiyane û di nava 3 salan de, nêzî 180 kes bi balafirên dron şehîd bûne.

Di êrîşa dewleta Tirk a li Girkê Legê de 2 welatî şehîd bûn

Dewleta Tirk gundê Zirgan topbaran kir 2 sivîl şehîd bûn

Back to top button